Nîkaragûayê hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi rejîma sîyonîst re qut kir

Hikûmeta Nîkaragûayê ragihand ku ji bo hevgirtina gelê Filistînê hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi rejîma sîyonîst re qut kirine.

Di daxuyanîya ku ji teref hikûmetê ve hat dayîn de weha hat gotin, "Nîkaragua dê her tim bi gel û hikûmeta Filistînê re ku di bin îmha û barbarîyê de ye re piştgirî be. Nîkaragûayê bi peymanên navneteweyî re biryara qutkirina hemû têkiliyên dîplomatîk ên bi hikûmeta îsraîlê re da. Qanûn û peymanên ku têkiliyên sivîl ên di navbera dewletan de birêkûpêk dikin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em qirkirin, dagirkerî û êrîşên berdewam ên li dijî jiyan û rûmeta gelê Filistînê şermezar dikin. Ev êrîş niha li dijî gelê Lubnanê tê kirin. Sûriye, Yemen û Îranê tehdîd dike, aştiya herêmê û cîhanê dike nav telûkeyê."

Hat diyarkirin ku ev biryar ji aliyê Meclîsa Neteweyî ve bi yekdengî hatiye girtin.

Meclîsê bang li Serokkomar Daniel Ortega kir ku têkiliyên xwe yên bi rejîma sîyonîst re qut bike û îşxalker wek "dijminên mirovahiyê" îlan kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno