Niştina Ahed Tamîmî hat taloqkirin

Niştina Ahed Tamîmîya ku wek “qîza cesûr a Filistînê” tê binavkirin cardin hat taloqkirin.

Hat ragihandin niştina Ahed Tamîmîya ku wek “qîza cesûr a Filistînê” tê binavkirin cardin hat taloqkirin. Ahed Tamîm şeqama ku avêtibû leşkerê çeteyê terorîst ê siyonîst hat naskirin.

 Ahed Tamîmîya 17 salî bi 12 sûcên ji hev cûda tê sûcdarkirin. Niştina Ahed Tamîmîya ku wek “qîza cesûr a Filistînê” tê binavkirin taloqî 11ê Adarê hat kirin.

Gaby Laskyê parêzerê Tamîmî derbarê niştinê de diyar kir “Dizanin ku doza vê qîza ku bêsûc û belesebeb ji teref mehkemeya leşkerî ve tê darizandin gelekî zêde balan dikşîne li ser xwe. Ji ber vê yekê nahêlin ku endamên çapemenîyê têkevin salona niştinê. Ji ber ku ew jî dizanin ew heqên Tamîmî îhlal dikin hewil didin vê yekê ji hemû kesî veşêrin û vê dozê di pişta wan derîyên girtî de bi dawî bikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe