Niştina duyemîn a Lûtkeya Sêalî ya Sûrîyê dê li Enqerê bê kirin

Niştina duyemîn a Lûtkeya Sêalî ya Sûrîyê ya ku ya ewil li Soçîyê hatibûn tertîkirin di 4ê Nîsanê de dê li Enqerê bê tertîpkirin.

Hat ragihandin niştina duyemîn a Lûkeya Sêalî ya Sûrîyê dê di 4ê Nîsanê de bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vlademîr Putîn û Serokomarê  Îranê Hesen Rûhanî li Enqerê bê tertîpkirin.

Di lûtkeya ku dê bê tertîpkirin de li ser çareserîya siyasî ya li Sûrîyê bê rawestin û ew ê 3 welatên garantor dê mijarên mîna parastina yekbûna axên Sûrîyê, herêmên kêmkirina rageşîyê ya ku di encama demajoya Astanê de hatibûn diyarkirin, gavên ku dê bo çareserîya siyasî bên avêtin û micadeleya “bi teriorê”  gotûbêj bikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe