Nîvê mesrefa mazotê dê dewlet bide

Serokomar Erdogan destnîşan kir “Ji 23ê Sibatê pê de em ê nîvê mesrefa mazotê ya cotkarên xwe bidin.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çanda Neteweyî ya li Beştepeyê bi cotkaran re hat ba hev û di civînê de derbarê mesrefa mazotê ya cotkaran de daxuyanî da.

Erdogan di axavtina xwe ya ku di civînê kir de destnîşan kir “Di van 15 salên dawî de tev de me 103 milyar lîre piştgirîya hîbê ya nakît da. Me reqema destekê ya ziraata ya salana derxist 13 milyar lîreyan. Bo mesrefa hilberînê kêm bibe me di sala 2013an de desteka mazotê da destpêkirin. Niha jî em ê ji 23ê Sibatê pê de nîvê mesrefa mazotê ya cotkarên xwe bidin wan.”

Erdogan di civînê de her wisa derbarê ajaldarîyê de jî destnîşan kir ew ê 300 pezî bidin cotkaran û ji wan re êm jî temîn bikin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe