Li Perxa Solaxanê ji ber xebatên rêya hesinî di erd û zevîyan de terikandin pêk hatibûn ku ÎLKHA vê yekê bi xebera ku dabû weşandin li derdorê dabû sehandin. Îro ji ber xebera ku haribû çêkirin Qeymeqa Solaxanê bo tehqîqetan çû herêmê.
Qeymeqam Okumuş piştî lêkolîna ku li herêmê kir re destnîşan kir ew ê sazî derbarê mijarê de bên agahdarkirin û bo tedbîrên ku bên girtin îstîşare hat kirin.
Şênîyên gund jî derbarê mijarê de ji Qeymeqam Okumuş re vegotin ew ji demsala havînê vir ve ji ber erdhezanan mexdûr in û rayedaran derbarê vê yekê de tu gavên li ber bi çav neavêtine.
Okumuş di encama tehqîqeta ku li cihê bûyerê kir de destnîşan kir Midûrtîya Herêmê ya 5emîn a Meletyayê derbarê mijarê de hatiye agahdarkirin û li herêmê tehqîqet hatiye destpêkirin.
ÎLKHA