Numan Kurtulmuş ji bo Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê hat hilbijartin

Parlamenterê Stenbolê Numan Kurtulmuş ji bo serdema duyemîn a Serdema 28emîn a Qanûndanînê wek Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyê hat hilbijartin.

529 parlamenter beşdarî tûra sêyemîn a dengdanê ya li Lijneya Giştî bûn.

Di dengdanê de, Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Kurtulmuş 329 deng wergirt û bi derbaskirina piraniya mutleq a jimara giştî ya endaman, ku 301 e, ji nû ve wekî Serokê Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê hate hilbijartin.

Di dengdana Lijneya Giştî de Parlamenterê CHP'ê yê Artvînê Ugur Bayraktutan 118 deng, Parlamenterê DEMê yê Dîyarbekirê Osman Cengîz Çandar 18 deng, Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Mustafa Cîhan Paçaci 26 deng û Parlamenterê Partiya Yenî Yol a Samsûnê Mehmet Karaman jî 26 deng standin.

Di Lijneya Giştî de 11 deng betal hatin hesibandin, ku tê de dengek vala derket. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno