Nûnertiya Veqfa Yetîman ya Çinarê zarokên sêwî şa kirin

Nûnertiya Çinarê ya Veqfa Yetîman, zarokên sêwî yên li navçeya me Çinarê birin parka lîstikê û bûn wesîleya şabûna wan.

Nûnertiya Çinarê ya Veqfa Yetîman, zarokên sêwî yên li navçeya me Çinarê birin parka lîstikê û bûn wesîleya şabûna wan.

Xwebexşê Veqfa Yetîman Adem Varol di daxuyaniya xwe de wiha got: "Îro em bi bextewariya ku bûn wesîleya kenekî mezin li ser rûyê zarokên xwe, şa bûn. Wekî Veqfa Yetîman, me zarokên sêwî yên li navçeya xwe ji bîr nekirin û me rojeke xweş derbas kir. Em spasiyên xwe pêşkêşî xwebexşên Veqfa Yetîman dikin ku ji nêz ve bi zarokan re eleqedar bûn. Wekî tê zanîn, Cejna Qurbanê li pêşiya me ye. Di cejnê de xebateke me ya alîkariyê dê ji bo zarokên sêwî hebe. Kesên ku dixwazin bibin şirîkê vê şahiyê, dikarin bi me re bikevin têkiliyê. Herwiha, em spasiya xwediyê salona lîstikê dikin ku îro li vir em ezibandin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno