Nusret Xoce ji teref hezkirîyên xwe ve hat definkirin

Nusret Kocabeya ku ji telebeyên Bedîuzzeman bû berî vê 2 rojan li Erzeromê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin rehmet kiribû. Nusret Xoceyê ku rehmet kir doh hat definkirin.

Cenazeya Kocabeyê piştî nimêja cinazê ya ku li Mizgefta Zanîngehê ya Nurettîn Atmaca hat edakirin re li goristana li Taxa Fatîhê hat definkirin.

Piştî definkirina cinazê kesê bi navê Bulent Bakir  derbarê Nusret Xoce de diyar kir ew Rîsaleî Nur ji xwe re dikir derd û dû re wiha got: “ Xoceya me ji teref Bedîuzzeman ve wek telebe hatibû qebûlkirin. Nusret Xoce dema leşkerî dikir Bedîuzzeman nas kiribû û dû re jî bi Rîsaleî Nurê re îştîxal kiriye. Rîsaleî Nur jiyana wî bû. Bi sedan telebe perwerde kirin.”

Her wiha kesên bi navê Faruk Çelîk û Mahmut Kizilkurt jî derbarê Nusret Xoce de diyar kirin  ew di dema nexweşîya xwe de her tim ji halê xwe re şikir dikir  û bi xizmetê meşxul dibû.

ÎLKHA






























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e