NY: 1,2 milyon Sûrîyeyî ji welatên xwe re vegerîyan

Koordînatorê Alîkarîya Însanî ya Sûrîyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Adam Abdulmoula, daxuyand ku ji Kanûna 2024an vir ve ku hikûmeta demborê bireveberîyê kir bin destê xwe 1,2 milyon Sûrîyeyî ji welatên xwe re vegerîyan.

Koordînatorê Alîkarîya Însanî ya Sûrîyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Adam Abdulmoula weha got, “Ji Kanûnê 2024an vir ve 1,2 milyon mirov ji welatên xwe re vegerîyan. Di nav vana da 885 hezar mirov ji nav welat û 302 hezar jî penaber in.”

Abdilmoula destnîşan kir ku li bakurrojavayê Sûrîyê, tenê 100,000 ji 2 milyon awareyên navxweyî vegeriyane, bi piranî ji ber nebûna xizmetguzariyên bingehîn, metirsiyên ewlehî û wendabûna belgeyên yasayî.

Abdilmoula got: "Sûriye di merhaleyeke krîtîk de ye, bi serdema nû ya ku di 8ê Kanûna Duyem de dest pê kir hêvîya aştî û aramîyê tîne. Lê pevçûnên 14 salan hişt ku 16.5 milyon kes hewcedarê alîkariyên mirovî ne, û Sûrîyê kir yek ji mezintirîn qeyranên mirovî yên cîhanê."

Abdelmoula got ku fînansekirina plana bersivdayina mirovahî ya 2024an pir kêm bû, û ku tenê ji sedî 35ê 4.1 mîlyar dolarê ku ji bo Çile-Adara 2025an hatî xwestin hat peyda kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar