NY: 270 hezar koçberên Sûrîyeyî vegerîyane welatên xwe

Gonzalo Vargas Llosa Temsîlkarê Sûrîyeyê ya Komîsertîya Bilinda Koçberana Neteweyên Yekbûyî (KBKNY) ragihand ku li Sûrîyeyê piştî rajîma Beşar Esed hat hilweşandin 270 hezar koçber vegerîyane welatên xwe.

Gonzalo Vargas Llosa Temsîlkarê Sûrîyeyê ya Komîsertîya Bilinda Koçberana Neteweyên Yekbûyî (KBKNY) derheqê vegerayîna koçberên Sûrîyeyê de daxuyanî belav kir.

Llolsa daneyên dawîna anketa ku ew derheqê vegêrana koçberan de çêkirina parvekir û got, “Piştî rajîma Beşar Esed hat hilweşandin 270 hezar koçber vegerîyane welatên xwe û hîn bêhtirên wan dixwazin îsal vegerin.”

Llosa diyar kir ku ji her 4 koçberên Sûrî zêdetirî 1 kes plan dikin ku di nava 12 mehên bê de vegerin û jiyana xwe ji nû ve ava bikin.

Llosa ragihand ku astengên herî mezin li ber vegerê fikarên li ser xanî û mafên milkiyetê yên heyî, ewlehî, gihîştina karûbarên bingehîn û dijwariya aborî ne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin