NY: Divê nexweşxane nebin sehaya herbê

Neteweyên yekbûyî (NY), daxuyanîyek belav kir û got, “Divê nexweşxane nebin sehaya herbê. Terefên herbê gerek di nav nexweşxaneyê de herbê nekin. Divê ev tişt li tu cîhekî dinyayê çênebe.”

Berdevkê NY Stephane Dujarric, derheqê êrîşa ku rejîma îşxalker li Nexweşxaneya Şîfayê kiribû de nirxandinan kir.

Dujarrîc di daxuyanîya xwe de weha got, “Wek ku me berê jî digot, divê sîvîl û binesazîyên sîvîlan bên parastin. Em li hember tiştê ku dibînin di nav endîşeyê de ne. Divê nexweşxane nebin sehaya herbê. Terefên herbê gerek di nav nexweşxaneyê de herbê nekin. Divê ev tişt li tu cîhekî dinyayê çênebe. Nuqte.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno