NY: Em bi fikar in ku pitik ji ber hewaya sar li Xezzeyê biqefilin

Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji ber talûkeya cemidandina pitikan di şert û mercên hewaya sar de li Xezzeyê endîşedar in.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ji ber xeberên li ser mirina pitikek yek mehî ya ji ber hîpotermiya li Xezzeyê endîşedar e.

Dujarric got ku eger alîkarî ji malbatan re were gihandin dê bûyerên bi vî rengî "pêşi lê werin girtin" û êrîşên îşxalkeran ên berdewam li Xezzeyê kirîza mirovahî bi qurbaniyên rojane yên sivîl û koçberkirina mezin girantir dike.

Dujarrîc bi bîr xist ku divê sivîl bên parastin, îşxalkeran dibistaneke Neteweyên Yekbûyî bombebaran kir û got, "Divê sivîl û binesaziyên sivîl, xebatkarên alîkariyên mirovî, karwan û amûr li gorî hiqûqa mirovahiyê ya navneteweyî bên parastin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno