NY: Êrîşên îsraîlê ya li dijî binesazîya tenduristîya Xezze sûcê herbê ye

Dr. Tlaleng Mofokenga Ropartora taybet a derheqê meseleya tenduristî ya Neteweyên Yekbûyî de ye, êrîşên rejima îşxalker a li dijî Nexweşxaneya Baptîst ku li Xezzeyê ew tenê fealîyetê dide bi tundi şermezar kir.

Di êrîşa ku di 13ê Nîsanê de hatibû lidarxistin de beşa serwîsa lezgîn bi temamî hilweşîya, ji ber ku nexweşxane nikaribû xizmeta tenduristîyê bidana zarokek şehîd bû.

Mofokeng, weha got, “Êrîşên zêde ku ev bû çend meh in berdewam dike, sîstema tenduristîyê ya ku niha hilweşîyaye bitemamî felç kir. Êdî pêşkêşkirina xizmeta tenduristîyê bûye tiştekî bêîmkan.”

“Sîstema tenduristîyê hat tunekirin”

Ropartora NYyê, bal kişand ku hedefgirtina sîstema tenduristîyê hedefgirtina rasterast a jîyana sîvîlan e.

Ropartor weha got, “Bi tevî êrîşên dawîn bi taybetî xizmetên tenduristîya lezgîn daket sifirê. îsraîl, bi bêcezatîyê tevdigere û hiqûqa navneteweyî jî bi eşkere îxlal dike.”

Ji 670î zêdetir êrîş hatin kirin, 33 nexweşxane zerarê dîtin

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê, di navbera 7ê Cotmeha 2023yan û 14ê Adara 2025an de li dijî binesazîya tenduristîyê ji 670î zêdetir êrîş hatîye lidarxistin.

Di van êrîşan de 122 tesîsên tenduristîyê û 33 nexweşxane zerarê dîtin.

“Ji bo rûmeta însanîyetê tevbigerin”

Mofokeng, bal kişand ku xebatkarên tenduristîyê her roj bi mirin, tehdît û zextê re rûbirû dimînin, û bibîrxist ku divê tesîsên tenduristîyê li gorî hiqûqa navneteweyî bên parastin.

Ropartor îfade kir, “Gelê Xezzeyê jîyaneke bi rûmet û bidestxistina xizmetên tenduristîyê heq dikin. Divê êdî ev wehşet bên dawîkirin.”

Herî dawîn Mofoleng bang li civaka navneteweyî û serokên cîhanê kir û got, “Ji bo parastina rûmeta însanan, jîyan û siberoja wan bê parastin hemû îmkanên di destê xwe de bikarbînin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar