NY: îsraîl rê nade ku alîkarîyên plankirî derbasî Xezzeyê bibin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku rejima îşxalker astengkirina operasyonên alîkarîyê yên ji bo Xezzeyê didomîne.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric diyar kir ku rayedarên Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî yên li herêmê bang li rejima îşxalker kir ku destûrê bide alîkarîyê û NY ji bo gihandina alîkariyên bi ewle, bilez û têra xwe çi ji destên tê dike.

Dujarric da zanîn ku rejîma îşxalker ji 22 alîkarîyên ku berê ji bo Xezzeyê koordîne kiribûn tenê destûr daye 7 alîkarîyan.

Dujarric da zanîn ku êrîş û bangên tehlîyekirinê berdewam dikin ku li tevahiya Xezzeyê dibe sedema koçberkirina sivîlan û weha got: "Sivîl çi ji cih û warên xwe derkevin, çi jî bimînin divê bên parastin. Yên ku derketin jî dema rewş destûrê bide bila bi silametî vegerin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno