NY ji bo Xezzeyê banga agirbesta acîlî kir

Neteweyên Yekbûyî, piştî êrîşa rejîma îşxalker a li Xezzeyê li dijî nexweşxane û dibistanekî ku Filistînê xwe sipartibûnê banga agirbesta acîlî kir.

Di daxuyanîya ku ji teref NYyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Li Xezzeyê di êrîşeke asîmanî de nexweşxaneyek hat hedefgirtin. Konên ku di nav de însan hebûn şewitîn.”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku dibistanekî aîdê UNRWAyê hatîye hedefgirtin û hat destnîşankirin ku dihat plankirin ev der ji bo vaksîna felcê ya zarokan wê bihata bikaranîtin.

Artêşa îşxalê li Xezzeyê êrîşî Filistînîyên ku di hewşa Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê de di nav konan de diman kiribû, di êrîşê de yek jê zarok û yek jê pîrek 4 Filistînî şehîd bûbûn, 40 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin