NY ji bo Xezzeyê hişyarîya xelayê da

Neteweyên Yekbûyî (NY), diyar kir ku li Xezzeyê ji 60 hezarî zêdetir zarok bi xelayê re micadeleyê dikin, hişyarî da ku ji bo bi lez û bez amûrên hewce bêne temînkirin divê rê werin vekirin.

Alîkarê berdevkê NYyê Farhan Heq, destnîşan kir ji bo amûrên ku hewcene bikevin nav Xezzeyê divê rê bêne vekirin.

Heq, ragihand ku li Xezzeyê ji 60 hezarî zêdetir zarok bi xelayê re micadeleyê dikin.

Heq ragihand ku di sitargehên ku ji bi hezaran însanan re mazûwanîyê dikin de pirsgirêkeke avê tê jiyandin û amûrên paqijîyê jî namene.

Farhan Heq, îfade kir ku ew bi dehan zarok tespît kirine ku ji malbatên xwe veqetîyane û bêkes mane, ji bona ku wan zarokan malbatên xwe bibînin dest bi xebatan kirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin