NY: Ji Libnanê nêzê 235 hezar mirov derbasî Sûrîyeyê bûn

Serokê Ofîsa Libnanê ya Rêxistina Koç a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî Mathieu Luciano, destnîşan kir mirovên ku ji ber êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Libnanê derbasî Sûrîyeyê bûne 235 hezar in.

Serokê Ofîsa Libnanê ya Rêxistina Koç a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî Mathieu Luciano, 235 hezar însan di navbera 23ê Îlonê-3yê Cotmehê de bi rêyên bejahî derbasî Sûrîyeyê bûne, ji vana jî 152 hezarên wan Sîrûyeyî ne û 82 hezarên wan jî Libnanî ne.

Luciano, îfade kir ku di heman dewrê de 50 hezar mirov jî ji Balafirgeha Beyrûdê, 1060 hezar jî bi rêyên behrê ji welat derketine.

Îşxalkerên sîyonîst, di 23yê Îlonê de li dijî herêmên Beaa û Baalbeka başûrê Libnanê êrîşên asîmanî dabû destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno