NY: Li Sudanê 7,7 milyon însan ji cîhê xwe bûne

NY, daxuyand ku ji Nîsana sala 2023yan vir ve li Sudana ku pevçûn heye 7,7 milyon însan bi zorê ji cîhê xwe bûne.

Dîrektora giştî ya Rêxistina Koça Navneteweyî a Neteweyên Yekbûyî Emy Pope, îfade kir ku ji Nîsana 2023yan vir ve li Sudana ku pevçûn heye 7,7 milyon însan ji cîhê xwe bûne, wê bang li civaka navneteweyî kir ku bila xebatên xwe yên fînansmanê zêde bikin û ji bo sîvîlên li Sudanê ku ev bû 9 mehe mexdûrê herbê ne jî banga alîkarîyê kir.

Pope, destnîşan kir herba ku di navbera Hêzên Destek yê Lezgîn û artêşa Sudanê de heye sîvîlan mexdûr dike û dûre jî weha got, “Ji bona ku lazimatîya krîza ji cîhê xwe kirina li Sudanê bên temînkirin di nav koordîneyê de ji xebatan re lezgînî bê dayîn û lazimatîya herî mezin jî midexeleya însanî ya daîmî ye.”

Pope diyar kir ku ji van 7,7 milyon însanan 6 milyonê wan di nav welat de ji cîhê xwe bûne yên dinê jî koçê welatên cîran wek Çad, Sudana Başûr, Komarîya Efrîqaya Navîn û Lîbyayê kirine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê