NY: Li Sûdanê krîza însanî zêde dibe

Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku krîza însanî ya ji ber herba nav welat derketîye holê roj bi roj ber bi xerabîyê ve diçe û nêzê 3,7 milyon zarokên di binê 5 salî de ne bi rîska kêmxwarinê re rûbirûne.

Komîsertîya Bilind a Penaberên Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Fona Alîkarîya ji Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bi hev re daxuyeneke hevpar dan, destnîşan kirin ku rewşa krîza însanî ya li Sudanê xerabtir dibe, bi milyonan însan lazimatîya wan ji alîkarîya însanî ya acîlî re heye.

Hat desntîşankirin ku li welat ava paqij, tenduristî û sitargeh gelek kêm bûne û binesazîya jiyanî jî hilweşîyaye.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku îsal nêzê 3,7 milyon zarokên di bin emrê 5 salî de ne bi rîska kêmxwarinê re rûbirû mane, “Ji xwe van zarokan ji ber birçîbûnîyê bêparastin in û ger ku di demeke kurt de dest ji wan re neyê dirêjkirin rîska mirina ji ber nexweşînan ew ê zêde bibe li gorî emrên xwe 11 qat zêde be.”

Ji ber pevçûnên nav welat hejmarê însanên ku ji cîhê xwe bûne ji 11 milyonî zêdetir e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno