NY: Li Xezzeyê bir rastî jî cîhekî ku însan biçin tineye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, qetilkirina însanên ku li bakurê Xezzeyê têne kuştin şermezar kir û ji hemû alîyan re banga parastina sîvîlan kir.

Berdevkê NYyê Stephane Dujarric, diyar kir ku Guterres, êrîşa rejîma îşxalker a li dijî nexweşxane û dibistanekî şermezar kirîye.

Dujjaric, îfade kir xeberên ku ji Xezzeyê têne gelek acizker e, “Sekreterê Giştî yê NY, mirina gelek sîvîlên ku di encama êrîşa îsraîlê de li bakurê Xezzeyê mirine şermezar dike, ji hemû alîyan re jî banga parastina sîvîlan dike.”

Dujarric, îfade kir ku Guterres bang dike ku hemû alî bila li gorî hiqûqa însanî ya navnetewî hereketê bikin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Mesulê Ji Karên Însanî ya NYyê Joyce Msuya weha got, “Wisa xuya dike ku dawîya ev êşa ku Filistînî li Xezzeyê dûçar dibin nayê dîtin.”

Msuya, weha got, “Bi rastî jî li Xezzeyê cîhekî ku însan biçin li wê derê tineye. Divê êdî ev zilm dawî bibe. Parastina sîvîl û binesazîyê mecbûrî ye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno