NY: Li Xezzeyê cihekî ewle tine, kes ne di ewlehîyê de ye

Di daxuyanîya Neteweyên Yekbûyî ya piştî bomberdûmana konên ku sivîlên bi darê zorê li herêma El-Mevasî ya Xan Yûnisê sitar bûn de hat ragihandin ku li Xezzeyê ciheke ewle nemaye û tu kes jî ne di ewlehîyê de ye.

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarini derbarê êrîşa li ser herêma El-Mevasî ya ku rejima îşxalker îddîa kir ku "ewle" ye daxuyanî da û got di 7ê Cotmeha 2023an de êrîşên li ser Xezzeyê dest pê kir û diyar kir ku ji wê demê û vir ve li herêmê tu cihekî ewle û ewledar tine.

Lazzarini bal kişand ku di êrîşa li El-Mevasî de gelek kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn û wiha got: "(Ev êrîş) bi bîr xist ku herêmeke ewle tineye ku herêmeke însanî hebe.”

Lazzarini diyar kir ku her roja bê agirbest ew ê li Xezzeyê bibe sedema trajediyên zêdetir.

Di êrîşa dawî ya hewayî ya rejîma sîyonîst ser çadirên Filistîniyên bi darê zorê yên li herêma El-Mevasî de, 11 kes ji wan herî kêm 3 zarok şehîd bûn û 15 sivîl jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar