NY: Li Xezzeyê ji ber xwarina kêm, zêdeyî 2 hezar û 300 zarok tên tedawîkirin

Neteweyên Yekbûyî, diyarkir ku li Xezzeyê ji ber qrîza xwarinê, ji Çileya 2025an ve ji ber xwarina kêm zêdeyî 2 hezar û 300 zarok tên tedawîkirin.

Ofîsa Koordînasyona Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) bal kişand ser qrîza xwarinê ya ku piştî qirkirina 15 mehan a li dijî Xezzeyê ya îşxalkeran.

Li gorî daxuyanîya OCHAyê, li Xezzeyê ji ber qrîza xwarinê, ji Çileya 2025an ve hejmara zarokên ku ji ber xwarina kêm tedawî dibînin derket 2 hezar û 300an. Ji van zarokan 403 kes bi kêmxwariniya akût a giran ketine, 1966 ji wan ji ber kêmxwariniya akût navîn têne dermankirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku beriya êrîşên işxalkeran ên di 7ê Cotmeha 2023an de li Xezzeyê zarokên ku ji ber kêmxwarinê dihatin dermankirin hema bêje tunebû. Bi tundî sînordarkirina gihîştina karûbarên bingehîn ên tenduristî û xwarinê li Xezzeyê, hate ragihandin ku rêjeyên kêmxwarinê di pitikên di bin 2 salî de zêde kiriye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket