Ofîsa NYyê ya ku li axên Filistînê ye, di daxuyanîya xwe de weha got, “Me ji 27ê Gulanê heta 13ê Tebaxê ve, qeyd kirîye ku herî kêm 1760 Filisînî dema ku ji xwe re alîkarîyan digerîyan hatine kuştin. Ji van jî 994 kesên wan li derdorê GHF (Weqfa Însanî ya Xezzeyê), 766 kes jî li ser rêyên konvoyên alîkarîyê hatine kuştin. Piranîya van kuştinan ji teref artêşa îsraîlê ve hatîye kirin.”
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ya li Xezzeyê ve hatîye belavkirin de, hat îfadekirin ku di êrîşên îşxalkerên sîyonîstan de, di nav 24 seatên dawîn de 51 şehîd û 831 birîndar ji nexweşxaneyên li Xezzeyê re hatine anîtin.
Artêşa îşxalê agirbesta ku di 19ê Çileyê de hatibû îmzekirin di 18ê Adarê de xera kiribû, ji wê demê heta niha di êrîşên ku hatine kirin de 10 hezar û 251 kes şehîd bûne, 42 hezar û 865 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)