NY: Rewşa li Sudanê roj bi roj ber bi xerabîyê ve diçe

Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku rewşa li Sudanê ro bi roj ber bi xerabûnîyê ve diçe, ji civaka navneteweyî re jî ji bona ku dest bi hereketê bikin bang kir.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Mesulê ji Karên Însanî û Koordînatorê Alîkarîya Lezgîn yê Neteweyên Yekbûyî Martîn Grîffîths, diyar kir ku pevçûnên li Sudanê kur dibe, bidestxistina alîkarîya însanî gelek kêm bûye û hêvî jî namîne. Wî bang li civaka navneteweyî kir ku bila van pevçûnan bidin sekinandinê û bila ji milyonan însanan re alîkarî bê şandin.

Grîffîths, îfade kir “rewşa ku heye nayê domandin. Divê pevçûn bên sekinandin û ji milyonan însanan re alîkarîya însanî bên şandin.”

Martîn diyar kir li welat 25 milyon însan mihtacê alîkarîyê ne, divê alîkarî jî bi lez û bez van pevçûnan bidin sekinandin û di warê gihandina alîkarîya însanî de rê vebikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno