Otobosa rêwîyan ji paş ve li tirê qelibî: 8 birîndar

Hat ragihandin ku li Aksarayê otobûsa rêwîyan li tira ku frêna acîl girt qelibî, ji ber qezaya ku pêk hat 8 kes birîndar bûn.

Qeza, di seetên dereng de li ser rêbeja Aksaray-Edeneyê pêk hat.

Li gor îddîayan tira ku di bin kontrola M.T.yê 45 salî bû de ji ber otomobîla ku li pêşîya xwe dereng dît frêna acîl girt. Otobosa rêwîyan a ku di pey tirê de bû li tirê xist.

Bi tesîra lêxistinê, otobosa rêwîyan ji rê derket. Otobus piştî ku li dîwarê bexçeyekê qelibî, sekinî. Di encama qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê, pir ekîbên tendirustî û polîsan hatin şandin cihê bûyerê. Birîndaran, bi ambûlansan hatin birin Nexweşxaneyê Lêkolîn û Perwerdeyê.

Di heqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno