Otobus li kesên ku li rawestgehê disekinîn qelibî: 3 mirî 5 birîndar

Li Uskudara Stenbolê otobusa navbajêr li kesên ku li rawestgehê disekinîn qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Uskudara Stenbolê otobusa navbajêr li kesên ku li rawestgehê disekinîn qeliî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa navbajêr a bi plaqeya 34 VN 7071 a ku li Uskudarê sefera Ataşehîr-Kadikoyê dikir  dema ku nêzîkî rawestgehê bû pêşî li otobusa li rawestgehê qelibî û dû re li peyayên ku li rawestgehê disekinîn qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe