Otobus qulibî: 3 mirî, 20 birîndar

Li ser Rêya Marmaraya Bakur otobûseke rêwîyan qulibî. Di qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Qeza, duh di seat 06.30yan de li ser rêya Edîrneyê pêk hat. Li gorî agahîyan otobûsa bi plaqeya 60 TY 228 li gîşeyên Sancaktepe Yenîdoganê di vîrajê de qulipî û bi vê şeklê qeza pêk hat.

Hat îfadekirin ku ji 35 rêwîyên ku di nav otobûsê de bûn 3 kesan canê xwe ji dest dane, 20 kesên dinê jî birîndar bûne. Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, polês û îtfayeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Walîtîya Stenbolê derheqê qezayê de daxuyanî da û weha got, “18.08.2025 Roja Duşemê di seat 06.15an de li alîyê taxa Paşakoya navçeya Sancaktepeya ser Rêya Marmaraya Bakur-Stenbolê otobûseke rêwîyan, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir û li barîyeran qelibî.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket