Otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû: 1 mirî, 10 birîndar

Li Aydinê otobûseke rêwîyan li peyayekî qelibû û gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.

Qeza, doh di seat 23.30yan de li ser rêya Mûxla-Aydinê pêk hat.

Otobûsa rêwîyan, li alîyê Çîne Hallaçlarê li peyaya ku dixwest di rê de derbasî alîyê dinê bibe qelibî.

Hat îfadekirin ku piştî qezayê otobûs gêrê şerempolê bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên cenderme, tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin