Otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû: 21 mirî, 69 birîndar

Li Hîndistanê otobûsa rêwîyan ji 200 metre bilindahîyê gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 21 kesan canê xwe ji dest dan, 69 kesan jî birîndar bûn.

Li herêma Cammû Keşmîra Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû.

Otobûsa ku diçû herêma Reasîya Cammû Keşmîra wîlayeta Uttar Pradeşê, li herêma Aknurê ji 200 metre bilindahîyê gêrê şerempolê bû.

Di encama qezayê de 21 kesan canê xwe ji dest dan, 69 kes jî birîndar bûn.

Li Hîndistanê ji ber rê û binesazîya xerab tim û tim qeza pêk têne.

Di rapora ku di sala 2023yan de hatibû belavkirin de hatibû destnîşankirin ku li welat hema hema ji 3,5 sanîyeyê yek qezaya trafîkê pêk tê.

Di raporê de hat diyarkirin di rojê de derdora 1264 qeza pêk tê û her roj 462 kes dimirin. (ÎLKHA)


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê