Otobusa rêwîyan li daran qelibî: 2 mirî 33 birîndar

Li Çorumê otobuseke rêwîyan li daran qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Osmancika navçeya Çorumê otobuseke rêwîyan li daran qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 33 kesan jî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja  D-100î li mewqîya Danîşmentê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 61 S 1991 a ku aîdî fîrmaya Alî Osman Ulusoy e ji ber sedemeke ku nayê zanîn li daran qelibî  û dû re jî li dîwêr. Di encama qezaya ku pêk hat de şofêr Ozcan Abanoz û muawîn Hakan Ercanli jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe