Otobusa rêwîyan li pişta qamyonekê qelibî: 1 mirî, 3 jê giran 20 birîndar

Li Denîzlîyê di qezaya ku otobusa rêwîyan li pişta qamyonekê xist de 1 kes canê xwe ji dest da û 3 jê giran 20 kes jî birîndar bûn.

Qeza, bi şev li navçeya Saraykoyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobusa rêwîyan ji paş ve li qamyona ku li pêş xwe diçû qelibî.

Ji ber tesîra qezayê xisareke mezin li aliyê rastê yê otobusa rêwîyan rû da.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Li gor zanyarîyên destpêkê di qezayê de kesekî mir û 3 jê giran 20 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil li cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Piştî qezayê rêya ber bi Saraykoyê ve demekê li trafîkê hat girtin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê