Otobusa rêwîyan li TIRa parkkirî qelibî: 13 mirî

Li Çorumê otobuseke rêwîyan li TIRa parkkirî qelibî, di encama qezayê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin otobusa bi plaqeya 60 FH 302 a ku aîdî fîrmaya bi navê Împarator bû û ji Stenbolê ber bi Tokatê ve diçû li ser 30emîn kîlometreya Rêbeja Osmancik-Kargiyê ji paşve li TIRa ku parkkirîbû qelibî.

Qeza derdora seat 05.30an de pêk hat. Di encama qezayê de  13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Lê ji ber ku di otobusê de şewat derketiye hejmara birîndar giran gelek zêde ye û ji ber vê yekê derbarê hejmara mirîyan de reqemeke eseh nayê dayîn.

 

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe