Otobûsa rêwîyan li tirê qelibî: 14 birîndar

Li Kutehyayê otobûsa rêwîyan ji paşve li tirekî qelibî, di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 14 kes birîndar bûn.

Qeza li ser rêya Kutehya-Afyonê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsa ku di bin îdareya M.C.K. de bû, li nêzê Çarrêya Zafertepeyê ji paşve li tira ku di bin îdareya A.O.Y. yê de bû xist.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 14 kes birîndar bûn.

Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Bajar a Kutehyayê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno