Otobusa rêwîyan li xala kontrolê ya polêsan qelibî: 4 kes birîndar bûn

Otobuseke rêwîyan ku ji Dîyarbekirê ber bi Wanê ve diçû, ji ber leza zêde û berfê kontrola xwe winda kir û li xala kontrolê ya polêsan qelibî. Di qezayê de çar polês bi sivikî birîndar bûn.

Qeza, îro derdora saet 2ê piştî nîvro li herêma Aricîlikê qewimî.

Otobusa rêwîyan a bi plakaya 46 AEG 334 ku Casim Demir diajot, piştî ku şofêr ji ber berfê kontrola xwe winda kir, li herêma Aricîlikê li noqteya kontrolê ya polêsan qelibî.

Di qezayê de, çar polês, ku yek ji wan jin bû û di kabînê de bûn, bi sivikî birîndar bûn. Piştî ku şahidan qezayê ragihandin, ekîbên tenduristîyê, ambûlans û polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndarên ku li cihê bûyerê dermankirina ewil li wn hate kirin, piştre bi ambulansên ku gihîştin herêmê rakirin nexweşxaneyên li Bedlîsê.

Hat hînbûn ku rewşa tenduristiya polêsên birîndar baş e, rêwîyên di otobusê de jî li wesayîtên din hatin veguhastin û ji wir hatin şandin.

Piştî lêkolînên li cihê qezayê, otobûs bi karanîna makîneyên giran ji cihê bûyerê hate derxistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin