Otobûsa rêwîyan qelibî: 2 mirî, 34 birîndar

Li Aksarayê otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 34 kesan jî birîndar bûn.

Qeza, doh di seat 02.55an de li alîyê Rêya Babakonagîya Enqere-Nigdeyê pêk hat.

Hat destnîşankirin otobûsa rêwîyan ya aîdê fîrmaya Metro Turîzmê ku di bin îdareya H.S. de bû û ji Kîlîsê diçû Stenbolê, ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gêrê şerempolê bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 34 kesan jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên Aksaray, Nevşehîr û Kirşehîrê re hatin şandin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê