Otomobîl li dîrekê ket: 4 mirî

Li navçeya Mamakê ya Enqereyê di encama qezaya ku wesayîtek li dîreka rê qelibî de 4 kes mirin û 1 kes jî birîndar bû.

Qeza li Taxa Yakup Abdalê pêk hat. Otomobîla ku navê şifêrê wê ne diyar e ji ber sedemeke nayê zanîn li tabelaya aliyê ya li kêleka rê qelibî.

Di qezayê de 4 kes mirin û kesek jî birîndar bû. Li ser agahdarkirinê ekîbên îtfaiye, polîs û tenduristiyê hatin sewqkirin li cihê qezayê.

Kesê birîndar piştî alîkariya ewil hat rakirin nexweşxaneyê, 4 kesên jiyana xwe ji dest dane jî hatin rakirin morgê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin