Otomobîl û tir li hev qelibîn: 2 mirî, 2 birîndar

Li Entabê wesayît ji paş ve li tirê qelibî, di encamê de 2 kesên ku di nav wesayîtê de bûn canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Kurudere-Kinikanê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta ku di bin îdareya C.K. de bû, ji paş ve li tira ku di pêşîya wî de diçû qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Mirovên birîndar jî bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Nurdaxîyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin