Oxfam: Ji sedî 90ê xelkê Xezzeyê birçîbûnîyê dikşîne

Rêxistina Alîkariyê ya Navneteweyî Oxfam ragihand ku ji sedî 90ê xelkê Xezzeyê ji birçîbûna giran dikişînin.

Oxfam di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî X de, diyar kir ku tevahiya nifûsa Xezzeyê ku bi qasî 2,3 mîlyon e, bi birçîbûna giran re rû bi rû ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nifûsa Xezzeyê ya 2,3 mîlyonî bi birçîbûna giran re rû bi rû ye û eger agirbest pêk neyê roj bi roj xetereya birçîbûnê zêde dibe. Hema bêje li hemû malan her roj xwarin tên paşxistin."

Alîkara Seroka Giştî ya Oxfamê Alîema Şîvcî ku nirxandinên wê di daxuyaniyê de cih girt weha got, "Her dema ku Îngiltere ji Konseya Ewlekariyê ya NYê bêdeng dimîne, xelkê Xezzeyê ji birçîna dimirin. Yên di civaka navneteweyî de red dikin ku mekîneyên leşkerî yên Îsraîlê bixin bin kontrola xwe. Îro ew di şerm û hevkariyê de ye. Ev skandal li ber çavê we ye." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno