Pakisan: 50 hezar welatîyên me yên ku çûne Iraqê winda ne

Pakistan, daxuyand ku 50 hezar welatîyên wan ên ku ji bona beşdarî bernameya Aşûreyê bibin çûbûn Iraqê hêj nehatine welat.

50 hezar welatîyên Pakistanê yên ku ji bo beşdarî merasîma Aşûreyê bibin bi vîzeya belaş çûbûn Iraqê hêj nehatine welatê xwe.

Di daxuyanîya ku ji teref Pakistanê ve hat belavkirin de, bang li Iraqê hat kirin ku bila tehqîqatê bide destpêkirin.

Wezîrê Karên Civakî û Xebatan yê Iraqê Ahmed Esedî, derheqê bûyerê de daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê derheqê 50 hezar welatîyên Pakistanê ku ji welatê xwe re venegerîyane de tehqîqatê bidin destpêkirin.

Wezîr Esedî îfade kir ku ew ji ber hejmara karkerên qaçax gelek endîşedar in, ev mesele ew ê di aborîya netewî û bazara Iraqê de bi xerabî tesîrdar bibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê