Çavkaniyên nêzîkî hikûmeta Pakistanê ragihandin ku Wezîrê Parastinê Khawaja Muhammed Asif û serokê îstîxbarata welat dê bi şandeyeke payebilind a ku nûnertiya Pakistanê dike re biçin Dohayê, ji bona ku bi şandeya Efxenistanê re dest bi hevdîtinan bikin. Li gorî agahiyan, şandeya Efxenistanê jî dê di asteke wekhev de were temsîlkirin.
Ev danûstandin di çarçoveya hewldanên aliyan de ji bo dirêjkirina agirbesta demkî têne lidarxistin. Karbidestekî hikûmeta Efxenistanê got ku şande ji bona ku daxwaza dirêjkirina 48 seatan a agirbesta demkî bike û danûstandinên berdewam bike çûye Dohayê.
Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf jî diyar kir ku ew ji bo diyalogê bi Efxenistanê re amade ne û got, "Welatê me ji bona ku aliyê din bikaribe ji bo bicihanîna şertên me danûstandinê bike li ser daxwaza Kabîlê agirbesteke 48 seatan ragihand."
Şer û pevçûn li deverên sînor berdewam dikin. Karbidestên hikûmeta Efxenistanê ragihandin ku artêşa Pakistanê li rojhilatê Efxenistanê êrîşên hewayî pêk anîye û agirbestê îxlal kiriye. Karbidest ji AFP re got, "Efxenistanê wê bersiv bide."
Herdu hikûmetan berê li hev kiribûn ku agirbesta demkî 48 seatan dirêj bikin û piştî hevdîtinên li Dohayê ragihandibûn ku ew ê li çareseriyek mayînde bigerin.
Di rojên dawî de, di navbera herdu welatan de pevçûnên bejahî û êrîşên hewayî çêbûne, hinek êrîş heta Kabîla paytexta Efxenistanê gihîştine. Agirbesta demkî pêşî roja Înê bi dawî bû û paşê ji bo danûstandinan hate dirêjkirin. (ÎLKHA)