Palamenterê HUDA PARê Dînç: Qaşo ew ê saz Qaşo ew ê sazîya aştîyê qirkirinê bida sekinandin, lê ew rê li ber îşxalkeran vedikin

Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê hat lidarxistin de, derheqê komîteya qaşo ji bo Xezzeyê hatîye damezrandin û Fîloya Sumudê de axivî.

Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Wî diyar kir ku Komîteya qaşo aştiyê li şûna rawestandina qirkirinê, rê li ber îşxalkeran vedike û Keştiyên bargiran ên bi wijdan dê dorpêçê bişkînin.

"Qaşo ew ê sazîya aştîyê qirkirinê bida sekinandin, lê ew rê li ber îşxalkeran vedikin"

Dînç di axaftina xwe de li ser trajediya mirovî ya li Xezzeyê bal kişand û diyar kir ku çeteyên siyonîst ne tenê bi bombeyan, lê di heman demê de bi wêrankirina ekolojîk û biyolojîkî jî li herêmê qirkirinê dikin.

Dînç, tekez kir ku avahiyên navneteweyî yên hatine avakirin xizmetê ji siyonîstên îşxalker re dikin û got, "Me di vê salonê de belkî hezar caran behsa Xezzeyê kiribe, û em ê li ser her platformê vê zilmê şermezar bikin, her çend hezar û carekê din jî bigire em ê vê sekina xwe bidomînin. Qaşo 'Komîteya Aştiyê' hatiye damezrandin, lê her çend armanca wê divê rawestandina qirkirina li Xezzeyê be jî, ew tam berevajî vê yekê dike, rê li ber îşxalkeran vedike. Li Xezzeyê qirkirin, birçîbûn û bêparî berdewam dikin. Ji ber ku binesaziya wan hatiye hedefgirtin, îro li Xezzeyê enfeksiyonek kêzikan çêbûye, 17 hezar bûyer hatine tespîtkirin. Mirov û zarokên bêguneh zehmetiyên cîddî dikişînin. Xezze bi awayekî pratîkî veguheriye girtîgehek vekirî, û mirinên girseyî li ber dest in. Lêbelê, qaşo Komîteya Aştiyê bi gotina 'Hamas bêçek bike' hewl dide ku rê li ber îsraîla îşxalker veke. Divê em li dijî vê yekê hişyar bin."

"Keştiyên bargiran ên bi wijdan ew ê dorpêçê bişkînin"

Dînç, destnîşan kir ku Fîloya Sumud a ku ji bo şikandina dorpêça li ser Xezzeyê derketiye rê, mîsyonek girîng girtiye ser xwe û diyar kir ku divê civaka navneteweyî û alema Îslamê gavên berbiçavtir bavêjin û axavtina xwe weha dawî kir:

"21 keştîyên di Fîloya Sumud de hatin girtin, lê ev çalakvan ji bona ku dorpêçê bişkînin bi israr dixwazin rêwîtiya xwe bidomînin. Ev pir girîng e, lê têrê nake. Divê bêtir fîlo bi rê bikevin, û divê ji bejahî ve zext li ser van siyonîstan were kirin. Divê ev dorpêçkirin ji bona ku rûmeta mirovahiyê vegere di zûtirîn dem de were şikandin. Mixabin, saziyên navneteweyî wezîfeya xwe pêk naynin. Niha, mirovên wijdanî gav avêtine. Bi îzna Xwedê, ev keştîyên barkirî yên bi wijdan, ew ê dorpêçê bişkînin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

125 kesî ameyî pîşerotene
Nûnertiya Veqfa Yetîman ya Çinarê zarokên sêwî şa kirin
HÜDA PARê bangawaziya hişyariya li dijî hişbirê kir
Li Dêrikê, zarokekî 2 salî yê ku di bin wesayîtê de ma, jiyana xwe ji dest da
Li hember êrîşên li Xezzeyê mesulîyetê bigirin ser xwe