"Panela Navneteweyî ya Selaheddîn û Qudsê" ya HUDA PARê ku ji bo bîranîna salvegera fetha Qudsê tê lidarxistin, li Hola Konferansê ya Navenda Çand û Ciwanan a Şaredariya Xelîlîyê tê lidarxistin.
Serokê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, akademîsyen, lêkolîner, alim, pêşengên raya giştî yên xwecihî û biyanî û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî bernameyê dibin.
Panel ew ê rewşa li Qudsê û pêşketinên li Xezzeyê bi mînaka Selaheddîn nîqaş bike.
Piştî vekirin û pêşgotinan, bername bi xwendina Qur'ana Pîroz ji hêla Mele Mehmet Hayati Baybostancı ve dest pê kir û bi axaftina pêşwaziyê ya Alîkarê Serokê HDA PARê Îshak Saglam berdewam kir.
Piştre, panela ku ji hêla Serokê Platforma Qudsa Azad Suleyman Kizilçinar ve tê birêvebirin, dê dest pê kir. (ÎLKHA)