Papa Franciscus di emrê xwe yê 88 salî de mir

Vatîkan, daxuyand ku serokê cîhana katolîkan Papa Franciscus vê sibehê di seat 07.35an de di mala xwe ya ku li Casa Santa Martayê ye de mirîye.

Serokê menewî yê Xrîstîyanên Katolîkî û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Franciscus, di 21ê Nîsanê 2025an a roja Duşemê de si seatên serê sibehê de di emrê xwe yê 88 salî de mir.

Di daxuyanîya ku ji teref Vatîkanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku Papa li gorî seatên Tirkîyeyê di seat 07.35an de di mala xwe ya ku li Casa Santa Martayê ye de mirîye.

Papa Franciscus ku navê wî yê rastîn Jorge Mario Bergoglio ye, di sala 2023an de ji Papatîyê re hatibû hilbijartin, û bûbû serokê Dêra Katolîkan. Di demên dawîn de pirsgirêkên wî yên tenduristîyê hebûn û demekî di nexweşxaneyê de tedawîyê didît. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin