Parastina Sîvîl yê Xezzeyê: Herî kêm 8 hezar mirov winda ne

Daîreya Prastina Sîvîl yê Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên rejîma îşxalkeran de ji 8 hezaran zêdetir mirov winda ne, ji gelek cîhan re jî ji ber astengîyên îşxalkeran ew nikarin biçin û midexeleyê bikin.

Serdar Mahmud Basalê Berdevkê Daîreya Parastina Sîvîl yê Xezzeyê, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku ji ber bomberdûmanê bi dehhezaran mirov bêmal mane.

Basal, destnîşan kir ku piranîya birîndaran divê li derveyê welat bên tedawîkirin. Wî îfade kir ku ekîbên wan jî dûçarê êrîşan dibin.

Basal weha got:

“Li Xezzeyê ji 8 hezarî zêdetir însan winda ne. Hêzên îşxalê, astengîyê ji ekîbên me re derdixin ku bila neçin midexele nekin. Rejîma îşxalê bi zanebûnî binesazîya Xezzeyê hedef digrin û tehrîp dikin, ev jî hereketa ekîbên me asteng dike. Îşxal, heta niha 5 endamên me êsîr girtin û derheqê wan de jî tu agahîyek tineye.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bila vê herbê bidin sekinandinê.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno