Parlamenter Farûq Dînç: Divê li dijî sîyonîstan gavên zelal û berbiçav werin avêtin

Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, li Balafirgeha Stenbolê pêşwaziya çalakvanên Sumudê kir û got, "Heke em îro îsraîla îşxalker ji ber vê bêqanûniyê hesab nedin, dibe ku sibê em bi tiştekî xerabtir re rû bi rû bimînin."

Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç beşdarî merasîma pêşwazîkirinê ya 422 çalakvanên Fîloya Sumudê yên ji 39 welatan bû ku ji aliyê rejîma îşxalker ve hatibûn girtin û îşkence lê hatibû kirin û bi sê balafirên cuda yên ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ve hatibûn koordînekirin anîn Balafirgeha Stenbolê.

Piştî merasîma pêşwazîkirinê û civîna çapemeniyê, Dînç bi rojnamevanekî IHLHA re axivî û got, "Me bi hev re vegera çalakvanên Sumud pêşwazî kir. Me nîşan da ku em li dijî hêzên îşxalker ên îsraîlê li kêleka van xwişk û birayên qehreman in. Welatiyên ji zêdetirî 40 welatan di van keştiyan de bûn. Barê van keştiyan dilovanî, wijdan û mirovahî bû. Di van keştiyan de formula pitikan, av û derman hebûn. Li ser van keştiyan tiştek tundûtûjî tunebû, lê hêzên dagirker ên îsraîlê bi neqanûnî mudaxeleyî avên navneteweyî kirin, beşdaran lêdan û muameleya xirab kirin. Bi guleyên plastîk ew hatin gulebarankirin. Gelek çalakvanan ji me re gotin ku dema me ew hembêz kirin, perûyên wan şikestin. Hêzên îşxalker ên îsraîlê careke din li vir nîşan dan ku, bi awayekî, wan şeref û rûmeta 44 welatan tinaz kirin û ew xistin ber pirsan."

Dînç diyar kir, "Heke em îro hêzên îşxalker ên îsraîlê ji ber vê neqanûnîyê hesab nedin, dibe ku sibê em bi tiştekî xerabtir re rû bi rû bimînin. Her saniye li dijî me dixebite. Divê li dijî van siyonîstan gavên zelal û berbiçav werin avêtin û divê ew ji ber van îxlalkirinan hesab bidin. Înşallah ev yek li vir bi dawî nabe. Îro mirovên xwedî wijdan şiyar bûne. Niha ne tenê gelê Filistînê, lê di heman demê de gelên cîhanê jî zilm û zordariya hêzên îşxalker ên îsraîlê dîtine. Ev yek li vir bi dawî nabe. Înşallah ev dorpêç dê di pêşerojê de bi fîloyên hêj mezintir were şikandin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kilorê veri û hergêlî yê ke aidê Mardînî yê, ameyî şınasnayene
Heke Hepatît B neyê tedawîkirin, dikare bibe sedema sîrozê
Qurban, nîşaneya nêzîkbûna Xwedê ye
Temenê heywanên ku dê wekî qurbanî bên serjêkirin
Ji ber metirsiya hilweşînê şeş ​​avahî li Colemêrgê hatin valakirin