Parlamenter Ramanli beşdarî tezîyeya 4 qurbanîyên facîaya lehîyê bû

Parlamenterê Êliyê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, beşdarî tezîyeya malbata Guner ku 4 ferdên wan di facîaya lehîyê de wefat bûbûn bû.

Serkan Ramanli di tezîyeyê de ji Muhyettîn Guner re tezîyeyên xwe teqdîm kir.

Guner ku 3 zarok û dayîka wî rehmet kiribû ji Serkan Ramanli re ji ber ev hessasîyeta wî teşekur kir.

Ramanli destnîşan kir ku ew ji ber ev bûyera ku pêk hatîye gelek xemgîn in û ji malbata êşdar re daxwazîya sebrê kir.

Parlamenter Ramanli piştî tezîyeyê çû aşxaneya ku Karwana Hêvîyê piştî lehîyê ji bo afetzedeyan vekiribû zîyaret kir.

Endamên Sazîya Bireveberîya Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê Nurettîn Teymur derheqê fealîyetan de Ramanli agahdar kir.

Teymur, di axavtina xwe de îfade kir ku ew aşxaneyekî vekirine û li vê derê şîva germ û cil û bergan belav dikin.

Ji Parlamenter Ramanli re; Serokê Sazîya Îstîşareyê Îsa Aydin, Serokê Bajarê Davut Şahîn û partîyî jî hevaltîyê kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin