Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Bi hezaran welatîyên me li axên Pîroz mexdûrîyetê dibînin

HUDA PARê Şahzade Demîr, destnîşan kir ku bi hezaran welatî ji ber ku vîzeya hecê nestandine û di cîhê wî de vîzeya seyehatê girtine mexdûrîyetên mezin dikşînin, wî bang kir ku bila rayedaran vê mexdûrîyetê çareser bikin.

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî weşanek parve kir, wî bal li ser mexdûrîyeta ku namzedên hecîyan li axên bimbarek dikşînin kişand.

Demîr di weşana xwe de weha got, “Bi hezaran welatî ji ber ku vîzeya hecê nestandine û di cîhê wî de vîzeya seyehatê girtine mexdûrîyetên mezin dikşînin. Rayedarên Siûdî misaede nadin ku bila welatîyên me hecên xwe bikin.

Em di warê Wezareta Karên Derve û Serokatîya Karên Dîyanetê de ev bû du roj e teşebûsan dikin.

Êdî hatîye hêvîkirineke civakî ku bila di serî de Birêz Serokkomarê me û Wezareta Karên me yên Derve bi meqamên Siûdî re bikevin nav têkilîyê.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê