Parlamenterê HUDA PARê Demîr li Entabê zîyaretên xwe didomîne

Parlamenterê Entabê yê HUDA PAR Şahzade Demîr, ji bo çend zîyaretan çû Entabê, karsazên Entabê zîyaret dike.

Demîr ku bi tevî Serokê Bajarê Entabê yê HUDA PARê Faruk Goçer re zîyaretan dike, beşdarî foruma “Lêgerîna Ewlehî û Ragihandina Cîhana Îslamê” bû û ji Serokê Yekîtîya Alimên Îslamê Prof. Dr. Ali Muhyiddin Qeredaxî re dîyarîyan teqdîm kir.

Demîr Nevzat Dîlsîz ku solan çêdike û difroşe, karsaz Mehmet Slîm Acar û Abdulkerîm Aslan zîyaret kir.

Demîr di zîyaretê de danûstana fikran kir û derheqê aborîya Entabê de axivî. Demîr derheqê polîtîqaya aborî ya HUDA PARê de agahîyan da. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno