Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr: Xalid Meşal, bila di Meclîsê de biaxive

Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr, daxwaz kir ku bila Xalid Meşal ku ji Serokatîya Biroya Sîyasî ya HAMASê re hat tayînkirin û Mahmud Abbas di Meclîsê de biaxivin.

Demîr, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de bibîr xist ku ew ji bona ku Îsmaîl Henîyye ku li Tehranê di encama sûîqestekî de hatibû şehîdkirin di Meclîsê de biaxive daxwaz kiribûn.

Demîr destnîşan kir ku Henîyye ji ber ku bi êrîşeke namerdane û tirsonekî gihaşt şehadetê ev pêk nehat, “Divê Xalid Meşalê ku ji Serokatîya Biroya Sîyasî Ya HAMASê re hatîye tayînkirin bi temsîlkartîya Xezzeyê û bi tevî Mahmud Abbas dawetî Meclîsê bêne kirin û ji Meclîsê re xîtab bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin