Parlamenterê HUDA PARê Dînç, derheqê keştîya ku wê ji îşxalê re sotemenîyê bibe de bang li rayedaran kir

Paramenterê HUDA PARê Faruk Dînç, diyar kir ku ew ji reyedaran derheqê îddîaya Keştîya ku ji Tirkîyeyê bi rê ketîye û di nav de sotemenî heye û ev keştî jî wê sotemenîyê ji îşxalê re teslîm bike de li hêvîya daxuyanîyekî ne.

Dînç, li ser hesaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, keştîya bi navê ''Chemıcal Contender'' ku di nav de sotemenî û maddeyên kîmyewî hene, ji Bendera Kocaelî Çolakogluyê (Îskeleya Dîl) doh di seat 08.44an de birê ketîye û wisa tê temînkirin ku di 9ê Mijdarê de di seat 10.49an de wê bighêje Bendera Heyfaya rejîma îşxalker.

Dînç di daxuyanîya xwe de weha got, “Em dixwazin ku bila Fîloya Alîkarîya Însanî ji Fîlîstînê re biçe lê di cîhê wî de ji sîyonîstan re sotemenî diçe û ev tişt agirê gur dike, em vê tiştê ti dem qebul nakin. Em dixwazin ku bila rayedaran di vê meseleyê de raya giştî ronî bikin. Tu tîcareta bi rejîma sîyonîst re bê kirin meşrû nîne!” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"
Divê perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî ji nû ve were sazkirin
Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate